13 balafirên din ên Ukraynayê hatin xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan li nêzî Moskovê û nîvgirava Qirimê 13 balafirên Ukraynayê xistine xwarê.

13 balafirên din ên Ukraynayê hatin xistin
10 tebax, 2023   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê vê sibehê daxuyand ku wan şevê din li nêzî nîvgirava Qirimê 11 balafirên bêmirov û biçek ên Ukraynayê xistine xwarê, her wiha 2 balafirên bêmirov û biçek ên ber bi paytexta Rûsyayê Moskovê ve difiriyan jî xistine xwarê.

Wezaretê têkildarî zirarên pêk hatine, tu agahî parve nekirin.

Beriya vê yekê jî 2 balafirên Ukraynayê yên ber bi Moskovê ve diçûn, hatibûn xistin. Bi vê yekê di kêmtirî hefteyekê de ev êrişa çaremîn e ku nêzî Moskovê çêdibe.

(c)