Di êrişa dewleta Tirk a li Silêmaniyê de welatiyek hate qetilkirin

Hate diyarkirin ku birîndarekî êrişa duh a dewleta Tirk a dagirker a li navçeya Dûkanê ya Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Di êrişa dewleta Tirk a li Silêmaniyê  de welatiyek hate qetilkirin
10 tebax, 2023   06:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê, duh balafira bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li ser rêya sereke ya Dûkan-Xelekan a sînorê parêzgaha Silêmaniyê wesayîtek sivîlan bombebaran kir. Qaymiqamê Navçeya Navendî ya Silêmaniyê agahîd dabû ku di encama êrişê du kes birîndar bûne.

Welatiyên ku di encama êrişê de birîndar bûne, rakiribûn Nexweşxaneya Dûkanê. Duh derengiya şevê medyayên herêmî diyar kir ku Nejwan Abdullah ê ku di êrişê de bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.