Xebatên avakirina nexweşxaneya Kobanê didomin

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê ji sedî 25 rojeya avakirina nexweşxaneyeke giştî li Kobanê qedand.

Xebatên avakirina nexweşxaneya Kobanê didomin
10 tebax, 2023   03:52
KOBANÊ

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê di 19′ê Kanûna 2022′yan de dest bi projeya avakirina nexweşxaneya giştî ya Kobanê kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ehmed Mehmûd diyar kir ku wan ji sedî 25 ji projeya avakirina nexweşxaneya giştî ya li Kobanê qedandiye.

Mehmûd got xebata avakirina nexweşxaneyê dê di salek û 6 mehan de biqede. Mehmûd anî ziman ku ew astengiya kêmbûna budçeya ji bo avakirina nexweşxaneyê dikişînin.

Mehmûd aşkera kir ku dê di nexweşxaneya giştî de nêzî 220 text hebin.

 Nexweşxane li ser rêya Helebê ye û bi rûbera 11 hezar metreçargoşe ye.

Hemwextî avakirina nexweşxaneyê, 3 navendên tenduristiyê jî li Eyn Îsa û navenda Kobanê tên avakirin.

Desteya Tenduristiyê di civîneke çapemeniyê de dabû zanîn lêçûna nexweşxaneyê 3 milyar dolar e.

(fr)

ANHA