310 sahrîcên avê gihîştin Hesekê

Di çarçoveya însiyatîfên mirovî û alîkariyên eşîran de û hemwextî germahiya zêde û qutkirina ava stasyona Elok ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, nêzî 310 sahrîcên avê gihîştin Hesekê.

310 sahrîcên avê gihîştin Hesekê
310 sahrîcên avê gihîştin Hesekê
310 sahrîcên avê gihîştin Hesekê
310 sahrîcên avê gihîştin Hesekê
310 sahrîcên avê gihîştin Hesekê
310 sahrîcên avê gihîştin Hesekê
310 sahrîcên avê gihîştin Hesekê
310 sahrîcên avê gihîştin Hesekê
310 sahrîcên avê gihîştin Hesekê
310 sahrîcên avê gihîştin Hesekê
310 sahrîcên avê gihîştin Hesekê
310 sahrîcên avê gihîştin Hesekê
310 sahrîcên avê gihîştin Hesekê
10 tebax, 2023   02:36
HESEKÊ – HENAR ÎBRAHÎM

Di çarçoveya kirîza avê ya li bajarê Hesekê de ku di encama qutkirina ava stasyona Elokê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve çêbûye û hemwextî germahiya zêde, Gerînendetiya Avê ya Hesekê di 3'yê Tîrmehê de ragihand ku dewleta Tirk a dagirker bajarê Hesekê veguhast devereke wêranbûyî.

Ji dema dagirkirina Serêkaniyê di 9'ê Cotmeha 2019'an de, şêniyên bajarê Hesekê û navçe û gundên wî ji ber kirîza avê zehmetiyan dikişînin. Ji dema dagirkirinê û heta niha de 36 caran av ji ser zêdetirî mîlyonek û nîv mirovî hatiye qutkirin.

Piştî ragihandina Hesekê wek devereke wêranbûyî gelek însiyatîfên mirovî û alîkariyên eşîran ji bo destekdayîna şêniyên Hesekê, dest pê kirin.

Di 18'ê Tîrmehê de Gerînendetiya Avê ya Qamişlo û şaredariyên wê 40 sahrîcên avê û şêniyên Reqayê jî 9 sahrîcên avê ber bi Hesekê ve şandin.

Di 29'ê Tîrmehê de jî kantona Qamişlo û şaredariyên wê ji bo cara duyemîn 56 sahrîcên avê şandin.

Di 1'ê Tebaxê de, eşîrên Dêrazorê 100 sahrîcên avê şandin û ew li taxên Xiwêran, Neşwa Xerbî û Neşwa Şerqî û taxa Mişêrfê hatin belavkirin.

Di 7'ê Tebaxê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 40 sahrîcên avê ji bo şêniyan amade kirin.

Di 9'ê Tebaxê de eşîra Benî Seba ya kantona Qamişlo 65 sahrîc ji bo şêniyên Hesekê şandin.

(mh)

ANHA