Bi rêya qedexeya derketinê 5 kîlo eroîn derbasî kantona Efrînê kir

Rêxistina Mafên a Efrînê-Sûriye eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundekî navçeya Şêrawayê qedexeya derketinê ferz kir ji bo ku narkotîkê derbas bikin. Her wiha da zanîn ku çeteyên “Feyleq El Şam” li heman navçeyê welatiyek revand û bi ser mala welatiyekî din de girt.

Bi rêya qedexeya derketinê 5 kîlo eroîn derbasî kantona Efrînê kir
9 tebax, 2023   13:53
ŞEHBA

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriye li ser hesabê xwe ya facebookê, got çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji bo ku qaçaxiya narkotîkê di navbera herêmên hikumeta Şamê û gundên navçeya Şêrawayê de hêsantir bike, li gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawayê qedexeya derketinê ferz kir.

Rêxistinê eşkere kir ku çeteyên Feyleq El Şam erebeyeke eroîn ji bajarokê Nibul û Zehrayê bi rêya gundê Birc Heyderê derbasî Efrîna dagirkirî kirine. 5 kîlogram eroîn û zêdetirî milyonek û 500 libên ciptagonê di 15 sendoqan de veşartibû ku li ser wan bi zimanê tirkî û farsî “madeyên paqijiyê” hatibû nivîsîn.

Di heman çarçoveyê de da zanîn ku çeteyên “Feyleq El Şam” welatiyê bi navê Ehmed Îso li gundê Kibêşîn ê navçeya Şêrawayê revand û birin girtîgeha gundê Îska yê heman navçeyê.

Çeteyên “Feyleq El Şam” bi ser malê welatiyê bi navê Arif Ebûd Silêman (52) de yê ji gundê Birc Heyder ê navçeya Şêrawayê girt, mal ser û binî hev kirin, dest danî ser amûrên mobîl ên endamên malbatê.

(şx)

ANHA