Pirsgirêka kehrebeyê ya li kampa koçberan çareser bû

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê ji 4 hezar koçberên li kampa li rojhilatê Hesekê re ku ya koçberên Serêkaniyê ye, kehrebe dabîn kir.

Pirsgirêka kehrebeyê ya li kampa koçberan çareser bû
9 tebax, 2023   13:04
HESEKÊ

Kehrebe li parçeyên li kampa Serêkaniyê ya li aliyê rojhilatê Hesekê ya koçberên Serêkaniyê vegerî.

Piştî qutbûna kehrebeyê ya ji ber derketina transa sereke ya dayîna kehrebeyê ji xizmetê, kehrebe careke din hate dayîn.

Bi sedema derketina transa kehrebeyê ji ximzetê, kehrebe li ser beşa 5′an ku tê de 4 hezar koçber heye, qut bûbû.

Ji bo peydakirina kehrebê, rêveberiya kampê bi hevkariya saziyên taybet ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê re trans guhart û ji nû ve kehrebe da.

Transa nû rojê 10 saetan kehrebeyê dide beşa 5′an a kampê.

Li Kampa Serêkaniyê 2 hezar û 575 malbatên koçber di 5 beşan de bi cih bûne û bi rêya 5 transan kehrebejê re tê dayîn.

(fr)

ANHA