Di merasîma şervanê HPG`ê de: Em dest ji doza xwe bernadin

Şênî û malbatên şehîdan di merasîma şervanê HPG`ê şehîd Lewend Qamişlo de got “Em her dem soza xwe bi şehîdan û Rêber Apo re nû dikin, ne pêkan e em dest ji doza xwe berdin.”

9 tebax, 2023   09:20
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şervanê Hêzên Parastina Gel (HPG) Lewend Qamişlo (Ehmed Silêman) ku di 8`ê Tebaxa 2022`yan de di encam êrişên artêşa Tirk a dagirker de li Garê şehîd bûbû, merasîmeke xiyabî li dar xist.

Merasîm di bin konê sersaxiyê yê li pêşiya mala şehîd Lewend Qamişlo ya li taxa Xerbî ya Qamişloyê de, bi amadebûna bi sedan şêniyên Qamişloyê, dost û hevalên şehîd hat lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Şemsîxan Gulo di merasîmê de axivî û bal kişand ser berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê û diyar kir gerîla destkeftiyên herî binirx ên gelan diparêzin.

Şemsîxan Gulo got ji bilî şopa şehîdan tu rêyên wan tune ne û wiha dewam kir: “Dijmin siyasetên xwe yê qirêjî li ser Kurdistanê dimeşîne, me bi sedan şehîd dan, em ê bi milyonan jî bidin. Em fedaiyên welatê xwe ne.”

Şemsîxanê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan jî û got: “Heqîqeta dinyayê li Îmralî ye, ev şehîd bi saya fikra Rêbertî îradeya wan a sekna li hemberî siyaset û êrişên dijmin çêbû.”

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Menîca Heyder jî diyar kir ku bi berxwedana gerîla serbilind in û got: “Ji ber ku tevgera me ya şehîdan e, em ê her dem li ser rêya wan bin. Bila bizanin me soza tekoşînê daye, em ê tu carî dudilî nebin.”

Endama Kongreya Star Şaha Heserî jî got: “Ji can şêrîntir û ji xwînê pîroztir tune ye, şehîdan ev dane. Ji bo parastina rûmeta gelê xwe yê li Kurdistanê cane xwe feda kirine. Em soza xwe her dem bi şehîd û Rêber Apo re nû dikin, ne pêkan e em dest ji doza xwe berdin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve radestî malbata şehîd Lewend Qamişlo hat kirin.

(sb)

ANHA