​​​​​​​Li Moskovê 2 balafirên bêmirov xistin xwarê

Şaredarê Moskovê got pergala parastina asîmanî ya Rûsyayê 2 balafirên bêmirov li ser Moskovê xistine xwarê.

​​​​​​​Li Moskovê 2 balafirên bêmirov xistin xwarê
9 tebax, 2023   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredarê Moskovê Sergey Sobyanin da zanîn ku hemwextî zêdebûna êrişên balafirên bêmirov ên li dijî paytexta Rûsyayê Moskovê, pergala parastinê 2 balafirên bêmirov ên ber bi Moskovê ve diçûn, xistine xwarê.

Sergey Sobyanin bi rêya Telegramê got 2 balafirên bêmirov ên leşkerî hewl da ser Moskovê bigerin, lê pergala parastinê her du balafir xistine xwarê lê hûrgirliyên der barê êrişê de nedan.

Berdevaka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova jî gotibû dê Moskov bersiva tund a van êrişan bide.

Ukraynayê jî gelek caran diyar kir ku tu têkiliya wê bi van êrişan re tune ye.

(fr)