Li Derayê 2 rojnamevan û 2 leşker hatin kuştin

Di teqîneke li Derayê de 2 leşkerên hikumeta Şamê û 2 rojnamevan hatin kuştin.

Li Derayê 2 rojnamevan û 2 leşker hatin kuştin
9 tebax, 2023   10:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Dera 24 di teqîna mayînekê li herêma Şiya de, nûçegihan Fîras El Ehmed û wênekêşê kanala El Exbariya El Sûriye Ehmed El Musalîme hatin kuştin. Her wiha Mistefa El Musalime (Kesim) û kesekî din bi wan re hatin kuştin.

Malpera Dera 24, da zanîn ku Fîras El Ehmed nûçegihanê kanala SAMA ye, her wiha ji ajansên Rûsyayê yên fermî re kar dikir.

Kesim jî gelek carana rastî hewldanên sûîqestkirinê hatibû û di encamê de birîndar bûbû. Ew serokê koma ku piraniya wan ji çekdarên herêmî ye û ji saziya ewlehiya leşkerî ya hêzên Şamê li Derayê re dixebite.

Ajanseke nêzî hikumeta Şamê jî diyar kir ku di encama teqîna mayînekê de ku “terorîstan” çandibû, Ehmed Musalime, Fîras El Ehmed û 2 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.

(fr)