Di topbarana Til Temirê de welatiyek birîndar bû

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya vê sibehê li ser gundê Um El Kêf ê Til Temirê de welatiyek birîndar bû.

Di topbarana Til Temirê de welatiyek birîndar bû
9 tebax, 2023   09:12
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê sibehê bi guleyên obîsan gundê Um El Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê topbaran kir.

Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Deham Ehmed Mihemed (26) bi parçeyên guleyan birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Lêgerîn a li navçeyê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji duh ve herêmên Til Temirê, Zirgan û Eyn Îsayê topbaran dikin, her wiha duh jî gundê Şirkê yê başûrê rêya M4 topbaran kir, di encamê de ji malbata Îsmaîl Hadî Xelawî 3 ferd şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn û rakirina nexweşxaneyên Reqayê.

(fr)

ANHA