Eşîreke li Qamişloyê jî piştgirî da Hesekê

Eşîra Benî Sebe ya li kantona Qamişloyê ji bo piştgiriya şêniyên Hesekê 65 stêrên avê şandin.

Eşîreke li Qamişloyê jî piştgirî da Hesekê
Eşîreke li Qamişloyê jî piştgirî da Hesekê
Eşîreke li Qamişloyê jî piştgirî da Hesekê
Eşîreke li Qamişloyê jî piştgirî da Hesekê
Eşîreke li Qamişloyê jî piştgirî da Hesekê
Eşîreke li Qamişloyê jî piştgirî da Hesekê
Eşîreke li Qamişloyê jî piştgirî da Hesekê
Eşîreke li Qamişloyê jî piştgirî da Hesekê
9 tebax, 2023   09:05
HESEKÊ

Însiyatîfên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya şêniyên Hesekê ku dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê bi ser de biriye, dewam dikin.

Ji 2019′an ve dema Serêkaniyê hatiye dagirkirin, dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê wek zextekê li dijî şêniyên kantona Hesekê bi kar tîne.

Îro eşîra Benî Sebe ya li kantona Qamişloyê 65 stêrên avê ji bajarê Hesekê re şandin û dê ew stêr bi hevkariya komîn û Meclisa Hesekê li nava taxên bajêr bên belavkirin.

Ji ber birîna ava stasyona Elokê milyonek û nîv welatî ji 2019′an de êşên tunebûna avê dikişînin. Ji bo şandina avê, gelek însiyatîfên mirovî ji hêla şaredariyên kantona Qamişlo, rûspiyên eşîran, şêniyên Dêrazorê hatine pêkanîn. Herî dawî jî QSD, YPG û YPJ′ê di 7′ê Tebaxê de piştgiriya şêniyên Hesekê kiribû.

(fr)

ANHA