Komkujiyeke din a dewleta dagirker: Ji heman malbatê 3 şehîd 3 birîndar

Dewleta Tirk a dagirker li gundê El Şirkê yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê komkujî pêk anî. Di komkujiyê de ji heman malbatê 3 kes şehîd bûn, 3 jî birîndar bûn.

Komkujiyeke din a dewleta dagirker: Ji heman malbatê 3 şehîd 3 birîndar
9 tebax, 2023   08:53
EYN ÎSA

Artêşa Tirk a dagirker duh gundê El Şirkê yê li rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir. Di encama topbaranê de komkujî pêk hat û ji malbata Îsmaîl Hadî El Xelawî 3 kes şehîd bûn, 3 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Reqayê.

Navên şehîdan wiha ne: Hîba El Xelawî (10), Ebdullah (3) û dapîra wan Doza (60).

Her wiha, Melek (12), Tehanî (5) û dayika wan Heya Omer (25) birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker beriya niha jî li gundewarê navçeya Eyn Îsayê 5 komkujî kirin, tê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn. Komkujiyên ku dagirkeran li wê herêmê pêk anîne; Komkujiya Sefawiyê, El Dibis, El Ilêmat, Mezreya Qirtac in.

Li gorî daneyan, ji destpêka dagirkirina kantona Girê Spî (2019) de ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li eniyên şer ên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê 118 kes şehîd û birîndar bûne.

(c)

ANHA