Şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan bi berpirsên NY′yê re dicive

Ji bo nîqaşkirina doza Rêber Abdullah Ocalan şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi berpirsên NY′yê re dicive.

Şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan bi berpirsên NY′yê re dicive
9 tebax, 2023   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya hewldanên Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li ser asta hundirîn û derve de ji bo nîqaşkirina doza Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, şandeyeke însiyatîfê îro bi Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re dicive.

Li gorî berdevkê însiyatîfê Idrîs Seîd, şande ji komeke hiqûqnasan û endamên însiyatîfa Sûriyeyê pêk tê û xebatên xwe li derve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

Li gorî Seîd dê şande tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, girîngiya bidawîkirina tecrîdê û azadiya wî ya fîzîkî nîqaş bikin.

Duh, şandeyê 2 milyon û 646 hezar û 211 îmzeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şam, Heleb û bajarên din hatine komkirin, radestî berpirsên CPT′yê ya Konseya Ewropayê kirin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

Şandeyê di civîna duh de, ji CPT′yê xwest bi awayekî lezgîn hewl bide hevdîtineke lezgîn a parêzer û malbatê bi Rêber Abdullah Ocalan re bê lidarxistin.

(fr)

ANHA