'Erka me ew e ku em bi ramana Rêber Apo tecrîdê têk bibin'

Şêniyên Kobanê destnîşna kirin ku sûcên li dijî Rêber Abdulah Ocalan tên kirin ne tiştekî nû ne û ji hezar salan ve didomin. Şêniyan diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi ramana xwe mask ji rûyên dagirkeran xist xwarê û divê her kes ramana wî ji xwe re bike bingeh, tecrîda li ser wî têk bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk bîne.

'Erka me ew e ku em bi ramana Rêber Apo tecrîdê têk bibin'
'Erka me ew e ku em bi ramana Rêber Apo tecrîdê têk bibin'
'Erka me ew e ku em bi ramana Rêber Apo tecrîdê têk bibin'
'Erka me ew e ku em bi ramana Rêber Apo tecrîdê têk bibin'
9 tebax, 2023   01:27
KOBANÊ

Hîn jî dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên dorpêçkirinê li dijî gelê herêmê bi rêya girankirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan ji 25'ê Adara 2021'an ve didomîne, Der barê vê mijarê de şêniyên bajarê Kobanê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

"DERKETINA RÊBER ABDULLAH OCALAN DERBEYEKE MEZIN LI DIJMIN DA"

Mihemed Bozî wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker êdî baş dizane ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan bûye beşeke sereke ya jiyana gelê herêmê, bê ramana wî gelê herêmê nedigihîşt azadiya xwe. Ji ber wê jî dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya tecrîdê armancên xwe pêk bîne. Di hundirê her kesî de şervanek leheng heye ku hêza xwe ji ramana Rêber Abdullah Ocalan werdigire, di demeke nêzîk de jî em ê tecrîdê têk bibin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

Welatiyê bi navê Mustefa Sidîq destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji 50 salan de hewl dide herêmê vegerîne serdemên tarî û got: "Ji berê de dewleta Tirk a dagirker xwîna gelê herêmê dimije û ew ji xwe re kiriye kole. Lê belê derketina Rêber Abdullah Ocalan derbeyeke mezin lê da. Ji ber wê jî ew îro tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne û divê em jî li hember vê yekê berpirsiyar bin û xwedî li ramana Rêbertî derkevin."

"DEMA BI XETEREYÊ HESÎN LI DIJÎ RÊBER APO KOMPLO ÇÊKIRIN"

Her wiha welatiya bi navê Fatme Osman wiha axivî: "Tiştê ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê kirin ne tiştekî nû ye û ji hezar salan de tê kirin. Lê belê Rêberê me bi fikrê xwe mask ji rûyên dagirker û qirkeran xiste xwarê. Ji wê demê ve wan bi metirsiyê hîs kir li dijî Rêber Abdullah ocalan komplo çêkirin. Ji ber wê jî divê em ramana wî ji xwe re bikin bingeh û tecrîdê têk bibin."

Girêdayî heman mijarê, welatiyê bi navê Ehmed Daban got: "Em bang li azadîxwazan dikin ku dakevin qadan û serî li hember dijmin hildin. Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e, dema aştiyê û pêkanîna armancan e. Divê berê xwe bidin Îmraliyê û dîwarên wê bişikînin. LI wir azadiya wan li benda wan e."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker ji 25'ê Adara 2021'an de têkiliya Rêber Abdullah Ocalan bi cîhana derve re qut kiriye. Her wiha ji wê demê de wî tenê bi rêya telefonê bi birayê xwe Mihemed Ocalan re axiviye û piştî wê tu agahî jê nehatine girtin, li hember vê yekê jî gel bertekên hişk nîşan didin.

(mh-şx)

ANHA