Hiqûqnas Lalê: Li herêmên dagirkirî nifşekî kujer tê gihandin

Parêzer û hiqûqnas Şahîn Lalê hişyariya rûdana karesatê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de da û got: “Sûcên dijberî prensîbên mafên mirovan ên sala 1948`an, Danezana NY`yê û lihevkirinên Cinêvê û her sê protokolên wê dubare dibin û amadekariyên gihandina nifşekî kujer tên kirin.”

Hiqûqnas Lalê: Li herêmên dagirkirî nifşekî kujer tê gihandin
9 tebax, 2023   00:38
​​​​​​​QAMIŞLO-MIHEMED EBDO

Hiqûqnas Şahîn Lalê diyar kir ku dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî li ser projeya xwe ya ′herêma ewle′ xebitî. Lê piştî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û sûcên êriş û dagirkeriyê yên ku qanûna navneteweyî wan ceza dike, eşkere bû ku ew hincet derew in.

Dewleta Tirk ji 2016′an de gelek herêmên Sûriyeyê yên mîna Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn, Idlib, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, bi dehan komkujî li dijî niştecihên wan herêman pêk anîn, ziman û pereyên xwe ferz kirin. Li herêmên dagirkirî rojane di navbera çeteyan de şer heye, sûcên revandin, talankirin, tecawîzkirin û bicihkirina biyaniyan jî didome.

Şahîn Lalê anî ziman ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember dagirkirina herêmên Sûriyeyê ji aliyê dewleta Tirk ve, dewleta Tirk teşwîq kir ku sûcên şer ên mîna guhartina demografîk, koçberkirina bi darê zorê, talankirin, desteserkirina mal û milkên giştî û taybet û qaçaxkirina şûnwaran jî bike.

′DEWLETA TIRK PROTOKOLÊN CINÊVÊ DERBAS KIRIN′

Lalê got: "Dewleta Tirk bi rêya komên terorîst ên çeteyan hîna jî sûcên hovane pêk tîne. Li gorî herêmên din, rêjeya sûcên ku li herêmên dagirkirî pêk tên bilintir e. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk bi armanca desteserkirina axa herêmê, herêma ewle dike hincet.”

Li gorî Şahîn Lalê, armanc ji pêkanîna sûcan li dijî niştecihên ku li bajarên xwe mane ew e ku wan bi darê zorê bide koçberkirin û di çarçoveya guhertina demografîk de li şûna wan malbatên çeteyan bi cih bike.

Lalê destnîşan kir ku ew sûc nîşaneya rûdana karesatekê didin û got: “Sûcên dijberî prensîbên mafên mirovan ên sala 1948`an hatine îlankirin, lihevkirina NY`yê, lihevkirinên Cinêvê û her sê protokolên wê ku balê dikişînin ser parastina sivîlan di şer û aloziyan de, dubare dibin. Amadekariyên gihandina nifşekî kujer tên kirin.”

RÊBAZA QANÛNÎ

Şahîn Lalê aşkera kir ku rêbaza qanûnî ya bidawîkirina van sûcên li dijî niştecihên herêmên dagirkirî ew e ku xebatên ji bo amadekirina raporên zelal bê kirin da ku pêşkêşî rêxistinên hiqûqî werin kirin û wiha dom kir: “Divê raporên dûrî raporên ku lobiyaya Tirkiyeyê ji bo bandorkirina raya giştî û rewakirina dagirkeriyê amade dike, bên amadekirin.”

Lalê anî ziman ku bi vê gavê dikare zext li dewleta Tirk bê kirin û ji bo darizandina berpirsên sûcan û serçeteyên komên girêdayî dewleta Tirk li pêş Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Qanûna Navneteweyî bi her du şaxên xwe yên giştî û mirovî, bibe destpêkek.

XEBATÊN LI SER ASTA HUNDİR Û DERVE

Li ser sedema bêdengiya aliyên têkildar jî, Şahîn Lalê got: "Ji ber ku berjewendiyên wan rêxistinan û dewleta Tirk hene, lewma ew bêdeng in û bi erkên xwe li hember welatiyên herêmên dagirkirî ranebin, dawî li sûcên dewleta Tirk nayinin. Bi taybet mijara bombebarana bi rêya balafirên bêmirov paşguh dikin. Lewma bêdengiya rêxistinên navneteweyî û hiqûqî cihê fikaran in. Ew tenê raporan amade dikin, lê qanûnê pêk nayinin.”

Lalê bal kişand ser berdewamkirina çalakiyên hundirîn ên ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û got: “Divê li derve jî hiqûqnasên ji welatiyên herêmê û yên li dewletên Ewropayê dimînin van dozan pêşkêş bikin. Her wiha divê bi aliyên têkildar re xebat û koordînayê bikin da ku dengê van welatiyan bigihînin navendên biryarê mîna NY da ku dadgehek sûcan ava bikin, wan dozan qebûl bikin û dest bi darizandina sûcdaran bikin.”

Tê destnîşankirin ku li herêmên bakurê Sûriyeyê yên dagirkirî, ev çend roj in di navbera komên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de şerekî dijwar heye. Li aliyê din jî sûcên li dijî niştecihên wan herêman didomin.

(fr/c)

ANHA