Şaredariya Reqayê pêngava çavdêriya xwaringeh û dikanan da desptêkirin

Şaredariya Gel a Reqayê piştî gilî û gazincên şêniyên yên ji ber firotina madeyên borî û xêdebûna û zêdebûna diyardeya jehrîbûnê, pêngaveke çavdêriya dikanên xwarinê û xwaringehan da destpêkirin.

Şaredariya Reqayê pêngava çavdêriya xwaringeh û dikanan da desptêkirin
Şaredariya Reqayê pêngava çavdêriya xwaringeh û dikanan da desptêkirin
Şaredariya Reqayê pêngava çavdêriya xwaringeh û dikanan da desptêkirin
Şaredariya Reqayê pêngava çavdêriya xwaringeh û dikanan da desptêkirin
Şaredariya Reqayê pêngava çavdêriya xwaringeh û dikanan da desptêkirin
Şaredariya Reqayê pêngava çavdêriya xwaringeh û dikanan da desptêkirin
Şaredariya Reqayê pêngava çavdêriya xwaringeh û dikanan da desptêkirin
Şaredariya Reqayê pêngava çavdêriya xwaringeh û dikanan da desptêkirin
Şaredariya Reqayê pêngava çavdêriya xwaringeh û dikanan da desptêkirin
8 tebax, 2023   12:56
REQA

Endamên Nivîsgeha Tenduristiyê û Nivîsgeha Zimhêrê û Zabîteyê yên Şaredariya Gel a Reqayê di saetên destpêkê yên sibehê de ji sûka bajar dest bi pêngavê kir.

Di roja yekemîn de miqdareke madeyên  xwarin û vexwarinên yên xirabûyî yên demborî  hatin desteserkirin. Her wiha hejmareke xwaringehên ku gilî li ser wan hebûn hatin şopandin.

Endamê Nivîsgeha Tenduristiyê ya Şaredariya Gel a Reqayê Ebdulqadir El Muslim got: "Dema şopandina xwaringehan de, me madeyên xirabbûyî dîtin û xwaringeh girtin. "

El Muslim her wiha got:  "Me hişyarî da ku divê made baş werin parastin û li gorî şertên tendurist bin, di heman demê de me hişyarî da ku divê cilên karkerên xwaringehan yek be."

Ebdulqadir El Muslim bang li şêniyên kir ku dirustbûna xwarin û vexwarinê baldar bin û eger rewşên binpêkirinan dîtin, li Nivîsgeha Tenduristiyê ya Şaredariya Reqayê gilî bikin.

Pêngava çavdêriya li tevahî xwaringeh û dikanên madeyên xwarinê berdewam dike.

(bb)

ANHA