​​​​​​​Li Şamê mayinek teqiya

Li herêma Yûsif El Ezma ya Şamê mayinek bi erebeyekê de teqiya. Ji ber teqînê kesek birîndar bû.

​​​​​​​Li Şamê mayinek teqiya
8 tebax, 2023   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) vê sibehê li herêma Yûsif El Ezma a Şamê mayinek bi erebeyekê de teqiya.

Li gorî agahiyan, ji ber teqînê herî kêm kesek birîndar bû û zirarên madî çêbûn. Nehat zanîn bê ka erebeya hatiye hedefgirtin a kê ye.

Ajanseke hikumeta Şamê jî ji Rêveberiya Polîsan a Gundewarên Şamê ragihand ku kesên nenas mayin bi erebeyê de daniye, lê der barê hûrgiliyan de tu agahî parve nekirin.

(c)