​​​​​​​Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kir

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgeha Îmraliyê da.

​​​​​​​Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kir
8 tebax, 2023   09:23
NAVENDA NÛÇEYAN 

Îbrahîm Bîlmez, Raziye Ozturk, Emran Ekmekçî û Cengîz Yureklî yên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ne, ji bo hevdîtina muwekîlên xwe Rêber Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve ji Rêber Abdullah Ocalan agahî nayên wergirtin.

Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re di hefteyê de 2 caran serlêdanê dikin lê tu bersiveke erênî yan jî neyînî nadin parêzeran.