​​​​​​​HPG’ê nasnameyên 4 gerîlayên li Garê şehîd bûne eşkere kirin

HPG: “Hevrêya me Norşîn Efrîn ku endama Fermandariya Eyaleta Garê bû û hevrêyên me Zîlan Efrîn, Sîdar Serhed û Levent Qamişlo şehîd bûn.”

​​​​​​​HPG’ê nasnameyên 4 gerîlayên li Garê şehîd bûne eşkere kirin
8 tebax, 2023   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê gerîlayên şehîd de ev agahî da:

“Di êrişa dijmin de ya ku di 8’ê Tebaxa 2022’an de li herêma Garê pêk anî, hevrêya me Norşîn Efrîn ku endama Fermandariya Eyaleta Garê bû û hevrêyên me Zîlan Efrîn, Sîdar Serhed û Levent Qamişlo şehîd bûn.

Hevrê Norşîn di jiyana xwe ya gerîlatiyê ya 22 salan de, her kêlîka jiyana xwe li ser xeta fedaîbûnê jiya, ew bû fermandara jîr a artêşa li ser mîrateya berxwedanê ya Zîlan, Gulan û Delalan. Ew wekî fermandareke xeta azadiya jinê di dîroka me ya têkoşînê de cihê xwe stend. Hevrê Norşîn a ku bi nasnameya jina azad a ku bi PAJK’ê re şênber bûbû, wekî mînaka hezkirina ji gel, girêdana welat û milîtaniya durist, wê her dem di bîra me de be.

Hevrê Sîdar a ku kevneşopa çapemeniya azad Gurbettelî Ersoz, Halîl Dag û Alî Kanîrojan wergirtibû û bi zanîn û kesayetiya xwe ya kedkar dixwest bêtir geş bike, bênavber têkoşiya, hewl da û kedeke mezin da. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeta têkoşînê ya hevrê Sîdar bişopînin, pênûs, kamera û çeka wî li erdê nehêlin.

Hevrêyên me Zîlan û Levent ku ji nav gelên me yê Rojava rabûne, bi karakterên xwe yên ji bo azadiyê, bi qîmeta ku dane hevrêtiyê, bi kesayetiya xwe ya kedkar û helwesta xwe ya bênavber, wê her dem rê nîşanî me bide û pêşengiyê ji me re bike.

Em di salvegera şehadeta wan de hevrê Norşîn, Sîdar, Zîlan û Levent bi rêzdarî bi bîr tînin, malbatên hêja yên hevrêyên me di serî de, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Norşîn Efrîn
Nav û paşnav: Ferîhan Îsmaîl
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Navê dê û bav:  Kûdret – Emîn
Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022’an, Garê

Nasnav: Sîdar Serhed
Nav û paşnav: Celal Bîrdal
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Navê dê û bav: Guzel – Huseyîn
Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022’an, Garê

Nasnav: Zîlan Efrîn
Nav û paşnav: Ceylan Abdullah
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Navê dê û bav: Fatîn – Ehmed
Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022’an, Garê

Nasnav: Levent Qamişlo
Nav û paşnav: Ahmed Silêman
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Navê dê û bav: Ranîa – Yasîr
Dîrok û cihê şehadetê: 8’ê Tebaxa 2022’an, Garê