​​​​​​​Di êrişa DAIŞ'ê de 10 leşkerên Şamê hatin kuştin

Di êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li rojhilatê Reqayê de 10 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

​​​​​​​Di êrişa DAIŞ'ê de 10 leşkerên Şamê hatin kuştin
8 tebax, 2023   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên DAIŞ'ê duh li rojhilatê Reqayê êrişî benda kontrolê ya leşkerên hikumeta Şamê kir.

SOHR’ê da zanîn ku di êrişê de 10 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 6 leşkerên din û çekdar birîndar bûn.

Li gorî SOHR’ê, çeteyên DAIŞ'ê beriya ku ji herêmê derkevin, agir berda maşîneyên leşkerî yên hikumeta Şamê.

(bb)