Dewleta Îranê kolberek qetil kir û 9 jî birîndar kirin

Li herêma Newsudê ya Rojhilatê Kurdistanê di êrişa leşkerên Îranê de kolberek hate kuştin û 9 kolber jî bi giranî birîndar bûn.

Dewleta Îranê kolberek qetil kir û 9 jî birîndar kirin
8 tebax, 2023   08:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Kolbernewsê di 6’ê Tebaxê de leşkerên Îranê li herêma Newsudê ya Rohilatê Kurdistanê êrişî komeke kolberan kir. Di encama êrişê de kolberê bi navê Aso Kerîm ê ji bajarê Pawe jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî nûçeyê, piştî 19 saet lêgerînê cenazeyê Aso Kerîm hatiye dîtin.

Li gorî  Kolbernewsê di encama heman êrişê de 9 kolberên din jî birîndar bûne û tê gotin birîndar rakirine nexweşxaneya Paweyê û rewşa hinek birîndaran giran e.

Hêjayî gotinê ye li gorî daneyên Kolbernewsê, di nava 6 mehên sala 2023’yan de, herî kêm 11 kolber li herêmên ser sînor yên Urmiye, Sine, Kirmaşan di êrişên leşkerên Îranê, qeza û ji serma de jiyana xwe ji dest dane, nêzî 50 kolber jî birîndar bûne.