Li Til Temirê Roja Şehîdan a Asûriyan hat bibîranîn

Asûriyên li navçeya Til Temirê Roja Şehîdan bi bîr anî û gotin, ew ê destkeftiyên gelan biparêzin.

Li Til Temirê Roja Şehîdan a Asûriyan hat bibîranîn
Li Til Temirê Roja Şehîdan a Asûriyan hat bibîranîn
Li Til Temirê Roja Şehîdan a Asûriyan hat bibîranîn
Li Til Temirê Roja Şehîdan a Asûriyan hat bibîranîn
Li Til Temirê Roja Şehîdan a Asûriyan hat bibîranîn
Li Til Temirê Roja Şehîdan a Asûriyan hat bibîranîn
Li Til Temirê Roja Şehîdan a Asûriyan hat bibîranîn
7 tebax, 2023   20:16
HESEKÊ

Komîteya Hemahengî û Şêwirî ya Partiyên Neteweyî yên Sûriyeyê, bi boneya Roja Şehîdan a Asûriyan çalakiyek li Kluba Dêra Qedîsa ya navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê li dar xist.

Seroka Komîteya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Meaza, Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Semer Ebdullah jî di nav de bi dehan şêniyên navçeyê û nûnerên hêzên leşkerî beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endamê Komîteya Navendî ya Partiya Asûrî Jonî Hirmiz axivî û got: "Beriya 90 salan gelê Asûrî bawer nedikir ku dê tiştekî wisa biqewime. Komplogerên li dijî me xwestin vê rojê bikin roja şikestina gelê Asûr. Lê ev roj bû roja rûmet û serferaziyê."

Hirmiz got, di serî de hikumeta Iraq û dewleta Tirk a dagirker, hêzên ku beşdarî komkujiyên li dijî Asûriyan bûne, komkujiyên ku kirine, binasin.

Cîgirê berpirsê Rêxistina Asûrî Beşîr El Sadî jî axivî û got:  "Di dîrokê de gelê me yê Suryan Asûr ji bo parastina hebûn û neteweya xwe û ji bo jiyaneke azad û bi rûmet bijî karwanên şehîdan dan. "

Bi navê Partiya Suryan jî endamê komîteya navnedî ya partiyê Afram Îshaq tevahî şehîd bi bîr anîn û got: "Ji Şerê Cîhanê yê Yekemîn ve û heta niha gelê me şehîdan dide. Em peymanê Sykes Picot û Lozanê ku bûne sedema koçberiya gelê me ji bîr nakin."

Îshaq bal kişand ser projeya Rêveberiya Xweser jî û wiha domand: "Di projeya Rêveberiya Xweser de me hebûna xwe îsbat kir û bi saya vê projeyê ziman û hebûna me hatin naskirin. Divê em tevahî destekê bidin vê rêveberiyê."

Piştre nameyên saziyên sivîl, partiyên siyasî û hêzên leşkerî yên ji bo vê boneyê hatin xwendin û sînevîzyonek li ser komkujiyên li dijî Asûriyan hat pêşandan.

Ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Simele û komkujiyên din ku di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li dijî Asûriyan hatine kirin, Yekitiya Asûriyan a Cîhanê 7'ê Tebaxê wekî Roja Şehîdan a Asûriyan ragihand.

(bb)

ANHA