ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-08-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-08-2023
7 tebax, 2023   23:00

-Di ser şehadeta rojnamevan û têkoşer Denîz Firat re 9 sal derbas bûn. Hevreyên wê têkoşîn û bîranîna wê mezin dikin.  Xwîşkên wê jî hewl didin bîranîna wê bide jiyîn, şîretên wê pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Şadî El Îbrhaîm diyar kir ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û şandina nameyên gefan qanûnên navneteweyî binpê dike. El Îbrahîm got divê komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî bê avakirin da ku li doza Rêber Abdullah Ocalan binêre. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rojnameger Denîz Firat li Mexmûrê dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Mexmûrê kir, li ser erka xwe 8’ê Tebaxa 2014’an şehîd bûbû. Bi minasebeta salvegera şehîdbûna Denîz Firat, beşek ji rojnivîska wê ku bi pênûsa xwe nivîsandibû, bi were parve dikin. (BI WÊNE).

- Hunermendê Kurd Xelîl Xemgîn anî ziman ku hunermend Aram Tîgran hunermendekî cuda bû, hem Kurd û hem Ermenî bû,  hezkiriyê Kurdistan û Ermenistanê bû. Xelîl Xemgîn got, hunermend Aram Tîgran mîraseyeke bi nirx hişt  û banga parastina vî mîraseyê kir. (BI WÊNE).

- Welatiyên Qamişloyê piştevaniya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re li dijî gerîlayan wek ‘dijminahî û xiyaneta li doza Kurd’ bi nav kir. Welatiyan piştgiriya xwe bi gerîla re anî ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo got bicihkirina penaberên sûriyeyî li herêmên dagirkirî, dê aloziya Sûriyeyê mezintir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li gel dorpêça li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 2 kargehên dermanan gelek cureyên dermanan peyda dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê têkildarî xetereyên madeyên hişbir semînerekê li navenda çandê dide, saet 10:30'an. Li Helebê jî Malbenda Heleb a Rewşenbîr li ser heman mijarê semînerekê dide, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo şehîd Nûrşan Serhed merasîmekê li qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe, saet 18:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA