Malbata şehîd Şoreş Serhildan: Em ji destkeftiyên şehîdan tewîzê nadin

Malbata gerîlayê HPG`ê şehîd Şoreş Serhildan diyar kir ku ew ê ji destkeftiyên ku bi saya fedakariyên zarokên wan hatin bidestxistin, tawîzê nedin û ew amade ne hîna jî fedakariyan nîşan bikin.

Malbata şehîd Şoreş Serhildan: Em ji destkeftiyên şehîdan tewîzê nadin
Malbata şehîd Şoreş Serhildan: Em ji destkeftiyên şehîdan tewîzê nadin
Malbata şehîd Şoreş Serhildan: Em ji destkeftiyên şehîdan tewîzê nadin
Malbata şehîd Şoreş Serhildan: Em ji destkeftiyên şehîdan tewîzê nadin
Malbata şehîd Şoreş Serhildan: Em ji destkeftiyên şehîdan tewîzê nadin
Malbata şehîd Şoreş Serhildan: Em ji destkeftiyên şehîdan tewîzê nadin
Malbata şehîd Şoreş Serhildan: Em ji destkeftiyên şehîdan tewîzê nadin
7 tebax, 2023   13:17
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê, endamên saziyan, hêzên ewlekariyê û partiyên siyasî û şervanên QSD`ê sersaxî da malbata şehîd Şoreşa Serhildan. Gerîlayê HPG`ê Şoreş Serhildan (Salih Silêman Ereb) di Hezîrana 2023`yan de li Metînayê şehîd bûbû.

Merasîma sersaxiyê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ve hat organîzekirin û konê taziyê li pêş mala malbata şehîd a li taxa Xiwêran a Hesekê hat danîn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Puştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Mehmûd Cewad axivî.

Cewad anî ziman ku şehîd Şoreş di oxira parastina vê axê û azadiya gelê herêmê de canê xwe feda kir û got: “Ew bi tevlîbûna xwe ya nava refên gerîlayan di sala 2018`an de, bû bazekî azadiyê li ser çiyayên Kurdistanê. Ew girêdayî fikrên Rêber Ocalan in û li ser şopa şoreşgerên beriya xwe dimeşin.”

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Demhan Hesekê jî axivî û destnîşan kir ku bi ruhê fedaî yê gelê herêmê û ruhê şehîd Şoreş, dê gel û cografiya Kurdistanê ji êrişan bên parastin.

Li ser navê malbatê jî bavê şehîd Şoreş, Macid El Erak wiha axivî: “Em ji destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin tewîz nedin. Em dev ji destkeftiyên xwe û ji vê axê bernadin. Ji ber ku ev ax bi xwîna zarokên me hatiye avdan. Ji bo parastina vê axê em amade ne hîna jî fedakaryan nîşan bidin. Em soz didin xwe, zarokên xwe yên şehîd ku em ê xaka xwe û destkeftiyên xwe biparêzin û em ê biratiya gelan esas bigirin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadetê ya şehîd Şoreş hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

(c)

ANHA