Li Tirkiyeyê teqînek mezin pêk hat

Li Tirkieyê li nêzî Bendera Derînce ya Kocaeliyê teqîneke mezin çêbû. Hate ragihandin birîndar hene.

Li Tirkiyeyê teqînek mezin pêk hat
7 tebax, 2023   13:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Tirkiyeyê li nêzî Bendera Derînce ya Kocaeliyê teqîneke mezin çêbû. Dengê teqînê ji taxa Golcukê jî hate bihîstin.

Ji bo teqîna di siloyên Saziya Genim a Tirkiyeyê (TMO) ya li bendera navçeya Derînceyê de pêk hat gelek kom şandin herêmê.

Li gorî medyayên Tirkiyeyê ji ber teqînê 10 kes birîndar bûne û rewşa du birîndaran giran e.

Şaredarê Derînceyê Zekî Akgul diyar kir wan hê sedema teqînê tespît nekirine.