Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê bi dawî bû

Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê ya Zarokan a 4`emîn bi nivîsandina nivîsên bi kurdî û erebî bi dawî bû.

Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê bi dawî bû
Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê bi dawî bû
Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê bi dawî bû
Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê bi dawî bû
Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê bi dawî bû
Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê bi dawî bû
Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê bi dawî bû
Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê bi dawî bû
7 tebax, 2023   11:45
QAMIŞLO

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û Komîteya Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşbirka ‘Nivîskarên Pêşerojê ya Zarokan a 4`emîn’ bi dawî kir.

Qonaxa yekemîn a pêşbirkê bi dirûşma “Şitilê îro dara sibê ye” 24`ê Tîrmehê bi beşdarbûna 150 zarokan li herêma Cizîrê dest pê kiribû. Di wê qonaxê de zarokên beşdar behsa naveroka çîrokên ku komîteya amadekar li wan belav kirine, kir.

Di qonaxa duyemîn de jî ji beşdaran hatibû xwestin ku çîrokên hilbijartine di hefteyekê de binivîsin da ku piştre ji aliyê komîteyê ve bên nirxandin.

Qonaxa sêyemîn û ya dawîn jî îro li Seyrangeha Beylesan a li navçeya Amûdê hat lidarxistin. Tê de nivîsên bi zimanên erebî û kurdî hatin nivîsandin û radestî komîteya amadekar hatin kirin.

Dê baştirîn nivîs ji aliyê komîteyê ve bê hilbijartin û di dema pêş de bi şahiyekê bê ragihandin. Her wiha dê zarokên serkeftî bên xelatkirin.

(c)

ANHA