Çeteyên dewleta Tirk pev ketine

Li herêmên bakurê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de çete pev ketine.

Çeteyên dewleta Tirk pev ketine
7 tebax, 2023   11:18
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, li herêmên Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê yên dagirkirî duh di navbera komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şer derketiye.

Hat zanîn ku şer ji ber kuştina serçeteyê “Firqeya 9`an” ê bi navê Mehmûd Eşûrî Ebû Ereb ji aliyê çeteyên “Artêşa Nuxbe” ve li bajarê Cerablusê, rû daye.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên “Firqeya 9`an” sewqiyatên leşkerî li têketina bajarê Efrînê li ser rêya Efrîn-Ezazê pêk anîne, rê girtine û erebeyên bi çekên navîn barkirî bi cih kirine. Heman koma çeteyan ji bo ku çeteyên “Artêşa Nuxbe” bigire erebeyên leşkerî jî kontrol dike.

Li gorî agahiyan, Firqeya 9`an 24 saetan muhlet daye çeteyên “Polîsên Leşkerî” ku kesên serçeteyê wan kuştiye bên radestkirin. Her wiha gef xwarine ku dê êrişî nuqteyên çeteyên “Artêşa Nuxbe” yên li bajarên Cerablus û Efrînê bike.

(c)

ANHA