​​​​​​​Hêzên parastinê 40 sehrîcên avê xistin xizmeta xelkê Hesekê

QSD, YPG/YPJ`ê ji bo piştgiriya xelkê Hesekê 40 sehrîcên avê li taxên bajêr belav kirin.

7 tebax, 2023   11:49
HESEKÊ

Ji bo piştgiriya xelkê bajarê Hesekê ku ji ber pirsgirêka avê çêbûye, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) 40 sehrîcên avê xistin xizmeta xelkê bajêr. Dê 2 hezar metrekab av bê veguhastin.

Koordînatorê leşkerî yê belavkirina avê Egîd Dirbêsiyê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Egîd Dirbêsiyê got: “Hêzên me yên leşkerî barê piştgiriya şêniiyên Hesekê ji bo derbaskirina pirsigêrka avê ya li bajêr da ser milên xwe. Em ji bo her xebatekî ku xizmeta şêniyên bajêr bike amade ne. Em zarokên vê herêmê ne û xizmeta gelê herêmê erka me ye.”

Egîd Dirbêsiyê anî ziman ku xebatên belavkirina avê dê bi hevkariya bi komîn û meclisên taxan re bên meşandin û wiha dom kir: “Hêzên me her tim rêbazên alîkarîdayîna xelkê herêmê û sivikkirina barên wan nîqaş dikin.”

Li bajarê Hesekê û gundewarên wê ji ber qutkririna ava stasyona Elokê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pirsgirêka avê heye. Ji bo piştgirîdayîna xelkê bajêr heta niha ji Qamişlo û Dêrazorê gelek însiyatîf hatine destpêkirin.

(c)

ANHA