Îsraîlê nuqteyên hêzên Şamê bombe kirin: 4 leşker hatin kuştin

Îsraîlê vê berbangê li derdora paytexta Sûriyeyê Şamê êriş pêk anî. Di êrişa bi moşekan de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û hejmarek din birîndar bû.

Îsraîlê nuqteyên hêzên Şamê bombe kirin: 4 leşker hatin kuştin
7 tebax, 2023   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya hikumeta Şamê li gorî çavkaniyên leşkerî ragihand ku derdora saet 02:00`ê berbangê Îsraîlê ji aliyê Colanê ve hin nuqteyên li derdora Şamê bombebaran kirin.

Li gorî heman çavkaniyan, di êrişê de 4 leşkerên Şamê hatine kuştin, 4 leşkerên din birîndar bûne û zirarên madî çêbûne.

Hate ragihandin ku pergala parastina hewayî ya hikumeta Şamê bersiv daye moşekên Îsraîlê û hin moşek xistine xwarê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî di 19`ê Tîrmehê de ragihandibû ku Îsraîlê hin nuqteyên hêzên Şamê û komên alîgirên Îranê yên li derdora Şamê bombebaran kirine û di encamê de 3 çekdar hatine kuştin, 4 jî birîndar bûne.

(c)