Cenazeyê şehîd Adar Cûdî li Hesekê hat veşartin

Cenazeyê şervana YPJ'ê Şêrîn Elî (Adar Cûdî) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê yê bajarê Hesekê hat veşartin. Di merasîmê de gerîlayê HPG'ê Şoreş Serhildan hat bibîranîn.

Cenazeyê şehîd Adar Cûdî li Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Adar Cûdî li Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Adar Cûdî li Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Adar Cûdî li Hesekê hat veşartin
Cenazeyê şehîd Adar Cûdî li Hesekê hat veşartin
6 tebax, 2023   18:35
HESEKÊ

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ )  Şêrîn Elî  (Adar Cûdî) 27’ê Tîrmehê dema ku li ser erka xwe bû di encama qezeyekî li bajarê Hesekê birîndar bibû û rûxmî hemû hewildanên dermankirinê jî di 31’ê Tîrmehê de li Helebê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajar û gundewarê Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Adar Cûdî veşart. Şêniyan cenazeyê şehîd Adar Cûdî ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajar wergirt û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê bi rê ket.

Li goristanê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rojda Ehmed axivî û got şehîdan ji bo parastina xaka welatê xwe li hemberî êrişên dijmin sekinin û bi ser ketin.

Rojda Ehmed anî ziman ku ew ê şopdarên xeta şehîdan bin heta tevahî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibin û serketinê mîsoger bikin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kantona Hesekê Viyan Welat jî seraxî ji malbatên şehîd Adar Cûdî û Şoreş Serhildan re xwest û got: "Em soz didin dayikên şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan em ê şopdarên xeta şehîdan bin heta serketinê bi dest bixin û tevahî herêmên dagirkirî rizgar bikin."

Piştre, Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê nasnameya gerîlayê HPG'ê Salih Ewad bi nasnav Şoreş Serhildan eşkere kir ku di 19'ê Tîrmeha borî li Metînayê şehîd bûbû.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulçîn Ehmê nasnameyên her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyê şehîd Adar Cûdî bi tîlîliyên dayikan li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin.

(bb)

ANHA