Şêniyên Reqayê li dijî tecrîdê meşiyan

Şêniyên Reqayê bi meşekê soza berdewamkirina têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Şêniyên Reqayê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Reqayê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Reqayê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Reqayê li dijî tecrîdê meşiyan
Şêniyên Reqayê li dijî tecrîdê meşiyan
6 tebax, 2023   11:37
REQA

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xist. Meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê ve hat organîzekirin.

Meş ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a Reqayê bi beşdariya şêniyan, endamên meclisên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl dest pê kir. Welatiyan di meşê de pankartên bi nivîsên "Bi rihê Apocî xwe nû bikin û Cenga azadiyê bi ser bixin" , "Li dijî tecrîd, dagirkerî û îxanetê werin cenga azadiyê" hildan.

Meş li Qada Jinê veguherî mîtîngê. Beşdarên çalakiyê diruşmênên "Bê serokê jiyana nabe" û "Bijî biratiya gelan" berz kirin.

Di mîtîngê de endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Mihemed Elî daxuyaniyek xwend û tê de komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û tecrîd şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tecrîd dûrî planên navneteweyî yên li dijî Rojhilata Navîn ên bi armanca parçekirin û dagikeriyên nû pêk tên, nîn e.

Di dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku siyaseta tecrîdê ya li Îmraliyê dê nikaribe gel dûrî fikrên Rêber Abdullah Ocalan bixe û hat gotin: “Hûnê nikaribin roja me tarî bikin. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye.” Her wiha soza berdewamkirina têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat dayîn.

(fr/c)

ANHA