Cenazeyê jinekê hat dîtin

Li bajarê Hesekê jinek li mala xwe kuştî hat dîtin.

Cenazeyê jinekê hat dîtin
6 tebax, 2023   11:00
 HESEKÊ

Nûçegihana me li gorî çavkaniyan ragihand ku vê sibehê li taxa Eskerî ya bajarê Hesekê cenzayê jina bi navê Hîba Mihemed Xelef hatiye dîtin. Hat hîbûn ev 2 roj in peywendiya xizmên Hîba pê re qut bûne.

Li gorî agahiyan, Hîba Mihemed Xelef a 32 salî, zewicî û dayika du zarokan bû. Her wiha ji gundê Idwaniyê yê girêdayî herêma Serêkaniyê ya dagirkirî bû. Hîba bi kesê bi navê Hesen Ketaş ê ji gundewarê Helebê re zewicî bû.

Hat ragihandin ku Hîba ya li mala xwe kuştî hatî dîtin, ne kesê ku pê re zewicîbû, ne jî zarokên wê li malê bûn.

Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcan a girêdayî hêzên Ewlekariya Hundirîn derbarê sûc de lêpirsîn vekir û li kesê bi navê Hesen Ketaş jî digere.

(c)

ANHA