Li Etiyopyayê rewşa awarte

Piştî şerê li herêma Amhera yê di navbera artêş û komên çekdar ên herêmî de, hikumeta federal a Etiyopyayê rewşa awarte ragihand.

Li Etiyopyayê rewşa awarte
4 tebax, 2023   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber şerê di navbera artêş û çekdarên herêmî de, Etiyopyayê rewşa awarte ragihand.

Êrişa li duyemîn mezintirîn herêma Etiyopyayê, vê hefteyê di navbera çekdarên ′Fanu′ û hêzên Etiyopyayê de bû sedema krîzeke mezin a ewlehiyê.

Nivîsgeha serokwezîr Ebî Ehmed bi daxuyaniyekê rewşa awarte ragihand lê diyar nekir ka dê rewşa awarte tenê li Amherayê yan li tevahiya welat be.

(fr)