Li Derayê ji heman malbatê 3 kes hatin kuştin

Li rojavayê Derayê ji malbatekê 3 kes hatin kuştin ku yek ji wan zarok e.

Li Derayê ji heman malbatê 3 kes hatin kuştin
4 tebax, 2023   12:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Dera 24 çekdarên nenas êrişî malbatekê kir, dema berê xwe didan zeviyê xwe yê li herêma Eşerî ya li rojavayê Derayê û di encamê de 3 kes ji heman malbatê hatin qetilkirin ku yek jê zarok e.

Li gorî malperê navên qurbaniyan wiha ne; Mirî Mihemed Berdan, Îyad Mirî Berdan û zarok Qeys Ziyad Mirî Berdan.

3 ÇETE BIRÎNDAR BÛN

Her wiha li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li gel tevlihevî û aloziya li herêmên dagirkirî û herêmên “lihevkirinan”, çekdarên nenas bi motorsîklêtekê êrişî benda kontrolê ya li gundê Qeniyê yê Cisir Şixûr ê rojavayê Idlibê kir. Di encamê de 3 çeteyên ′Heyet Tehrîr El Şam′ birîndar bûn û çekdar jî ber bi cihekî nediyar re ve revîn.

(fr)