​​​​​​​Konferansa têkildarî Şengalê: Êrişên Tirkiyeyê ji sûcên DAIŞ'ê cuda nîn in

Di konferansa ku têkildarî Rêveberiya Xweser a Şengalê li Bexdayê tê lidarxistin de, hat diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Şengalê ji sûcên DAIŞ'ê cuda nîn in. Her wiha bang li hikumeta Iraqê hat kirin ku li hemberî êrişan bikeve liv û tevgerê.

​​​​​​​Konferansa têkildarî Şengalê: Êrişên Tirkiyeyê ji sûcên DAIŞ'ê cuda nîn in
3 tebax, 2023   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya 9’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê, bi dirûşma ‘Xwerêveberî misogeriya pêkhateyên Iraqê ye’ bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li paytexta Iraq Bexdayê konferansek tê lidarxistin.

Beşdarên konferansê bal kişand ser sekna civaka êzidî û berxwedana YJŞ/YBŞ'ê ya parastina Şengalê.

Her wiha îşaret bi rola jinên Êzidî ya parastina yekitiya Iraqê jî kir ku bi çalakiyan li hemberî çeteyên DAIŞ'ê sekinîn û bi civîn û kongreyan li ser asta cîhanê rastiya sûcên li dijî wan hatine kirine, teşhîr kirin.

Beşdaran li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Şengalê jî axivîn û hate gotin: "Êrişên niha yên dewleta Tirk ji sûcên DAIŞ'ê cuda nîn in. Berdewama êrişan xetereyeke mezin li ser êzidiyan çêdike."

Kesên axivîn, bang li hikumeta Iraqê kirin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê bikevin tevgerê.

(bb)