Li dijî şerê taybet hemleya hişyarkirinê

Kombûna Jinan a Zenûbya bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Saziya Olî û Komîteya Tenduristiyê bi dirûşmeya “Em bi hev re civaka xwe biparêzin û aramiyê pêk bînin” dest bi hemleyeke hişyarkirinê kir.

Li dijî şerê taybet hemleya hişyarkirinê
1 tebax, 2023   12:46
 REQA

Kombûnê têkildarî mijarê bi amadebûna endamên saziyên beşdar, li bajarê Reqayê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, rêzeçalakiyên ku di çarçoveya hemleyê de îro dest pê kirin, dê li gund û bajarên Reqa, Dêrazor, Minbic û Teqbqayê heta 2 mehan dewam bikin

Di daxuyaniyê de bal li ser sedem û girîngiya destpêkirina van rêzeçalakiyan hat kişandin û hat diyarkirin ku armanc jê hişyarkirina gel li hember şerê taybet e.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku parastina civakê erka her kesî ye. Bang li hemû ferdên civakê hat kirin ku beşdarî vê hemleyê bibin û hat gotin: “Em mil bi mil ber bi avakirina paşerojek baş, civaka exlaqî-polîtîk-demkratîk ve bimeşin û projeya xwe biparêzin.”

(c)

ANHA