Malbatên şehîdan tecrîd û êriş şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên li ser hêrêmê şermezar kirin.

Malbatên şehîdan tecrîd û êriş şermezar kirin
1 tebax, 2023   12:04
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê li pêşiya navenda xwe ya li gundê Til Qirah ê Şehbayê, der barê êrişên li ser herêmê û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla endamên meclisê Dîcle Mamo û Mihemed Welo ve bi zimanên erebî û kurdî hat xwedin.

Di daxuyaniyê hate gotin: “Komploya li ser Rêber Apo hîna dewam dike. Her wiha tecrîdê li ser Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî didin meşandin. Êrişên giran û bi çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê dikin. Dema li çiyayên Kurdistanê têk diçin, berê xwe didin herêma Rêveberiya Xweser, pêşengên me û QSD'ê.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Em li ser xeta felsefeya Rêber Apo dê bimeşin û rê nedin tu kesî ku destkeftiyên me têk bibe. Em soz didin axa xwe biparêzin."