​​​​​​​Mohra ‘Emîneya xebata dilxwazî’ di têkoşîna tevgera rizgariyê de

Keça şehîdekî û dayika 2 şehîdan… 36 salên jiyana xwe bi têkoşîna domdar û bêwestan di xizmeta Tevgera Rizgariya Kurdistanê de borandin. Ji salên 1980`yî ve bi navê “Emîneya xebata dilxwazî” tê naskirin.

​​​​​​​Mohra ‘Emîneya xebata dilxwazî’ di têkoşîna tevgera rizgariyê de
1 tebax, 2023   05:13
ŞEHBA - CÛDÎ SÎPAN

Piştî ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê dest pê kir û Rêber Abdullah Ocalan dema li Sûriye û Lubnanê maye, gelek malbat pê re rûniştin, bandor li gelek malbatên Kurd kir. Yek ji wan jî welatiya bi navê Emîne Hesen Mistefa û malbata wê heye.

Emîne Hesen Mistefa yan jî mîna ku tê naskirin Emîneya xebata dilxwazî, keça şehîdekî û dayîka 2 şehîdan e. Sala 1956`an li gundê Sîmala yê navçeya Babetayê ya kantona Efrînê ji dayîk bûye. Di hemêza malbateke welatparêz li Reqayê de mezin bûye û dûre bar dike Helebê û li taxa Eşrefiye bi cih dibe.

Emîne li ser welatparêziyê û hezkirina welêt mezin bûye. Bavê wê bandor lê kiriye nemaze dema behsa kurdan, nîştimanperwerî û şoreşa Şêx Seîd dikir. Der barê de got: “Ez hezkirina welêt ji bavê xwe fêr bûm, dema ku behsa şoreşa Şêx Seîd dikir û rondik ji çavên wî diherikîn. Wê demê min baş fêm kir ku welat ji her tiştî bihatir e û divê ji bo wî tê bikoşin û li ber xwe bidin.”

Emîne, li rêyekî digerî ku doza kurd nîşanî wê bide. Li Reqayê cîraneke xwe nas dike ku ew jî fikrê Rêber Abdullah Ocalan nas dike. Navê wê li gorî Emîne, Gulbihar e. Bi rêya wê, girîngiya erkên ku divê jinên kurd pêk bînin nas dike û dawiya salên 1980`yî tev li komîteya xebatên birêxistinkirina çalakiyan û boneyên nîştimanî dibe, alîkariyan û lojîstîkê li Reqayê kom dike û xebatên eniyê dimeşîne.

Emîne piştî demekê tevî malbata xwe bar dikin Helebê û li taxa Eşrefiye bi cih dibin. Kar û xebatên xwe li wir temam dike. Alîkariyan kom dike û tev li xebatên dilxwazî dibe. Ji ber wê bi navê “Emîneya xebata dilxwazî” tê navandin.

ÇIMA BI VÎ NAVÎ HAT NAVANDIN?

Emîne ji ber hezkirina wê ya karê dilxwazî û komkirina alîkariya ji tevgerê re, di nava welatparêzên berê de li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û kantona Efrînê bi vî navî hate navandin. Kesên dixwazin alîkariyê bidin, diçin mala Emîneyê. Mala wê bûbû navenda tevgerê.

Di wê demê de di salên 1990`î de, şênî û alîgirên Tevgera Rizgariyê, tev li baleya nîsk, genim û zeviyên din bûn. Heq destê xwe bi dilxwazî didin tevgerê. Ji Heleb û Efrînê berê xwe didin zeviyên Efrînê û dest bi karê xwe dikin. Emîne jî yek ji wan bûn.

Emîne têkildarî van hemleyan wiha got: “Zarokê min ê biçûk çend mehî bû, dema em çûn Efrînê. Min ew li bin siyê diraktorê dihişt heta ku min kar xilas dikir.”

Emîne tevî komeke dilxwazên din mala xwe kiribû kargeha çîkolatayê ji bo ku pereyan ji bo tevgerê kom bike.

Emîne destnîşna kir ku her malbateke taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi navekî di xelk û tevgerê de dihatin naskirin. Girêdayî wê got: “Mînak ji mala me re digotin mala xebata dilxwazî. Cîranên me jî keseke sor. Ew jî di xizmeta tevgerê de kar dikirin.”

ENDAMA HERÎ KEVN A KOMA GOVENDÊ

Di wê demê de, Emîne di komîteya xebatan û birêxistinkirina çalakiyan li Helebê de kar dike. Yek ji endamên herî girîng ku çalakiyên cejna Newrozê bi rêxistin dike. Dûre tev li Koma Şehîd Serhed a govendê dibe û heta niha tevî ku mezin bûye, endama komê ye û tev li çalakiyên cuda dibe, bi taybet ên Newrozê.

Emîne wiha domand: “Koma Şehîd Serhed di dawetan de jî berhemên xwe pêşkêş dikirin. Pereyên me ji dawetan dibir, me ji tevgerê re dişandin.”

Li rex wê xebatê, Emîne daxuyanî û broşurên taybet ên tevgerê belav dike, tev li civînan û dewreyên perwerdeyê jî dibe û got: “Ez bi dilxwazî tev lê dibûm.”

Hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê, ji ber têkoşîna Emîneyê ya ji bo tevgerê, zext lê kirin. Destê hin xayinan jî di vê meselê de hebû. Emîne destnîşan kir ku tevî wan zextan jî lê têkoşîna xwe bê westan temam kir.

KEÇA ŞEHÎDEKÎ Û DAYIKA 2 ŞEHÎDAN

Bavê Emîne, Hesen Mistefa li navçeya Reco dema ku alîkarî kom dikirin sala 1993`yan şehîd dibe. Wê demê Reco di bin destê hikumeta Şamê de bû.

Kurê wê Ehmed Mistefa (Egîd) sala 1994`an tev li tevgerê dibe û sala 2002`yan li deştên Feraşînê şehîd dibe. Kurê wê yê herî biçûk Kamîran Mistefa (Amed) sala 1997`an tev li tevgerê dibe û dûre tev li şoreşa 19`ê Tîrmehê dibe û sala 2012`an li ser rêya Heleb-Efrînê şehîd dibe.

SERDANA ÇIYAYÊN KURDISTANÊ

Emîne sala 2004`an serdana çiyayên Kurdistanê dike û bi gelek pêşengên tevgerê re rûdine.

Piştî destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê û rizgarkirina Efrînê mîna herêmên din ên Rojava di sala 2012`an de, Emîne diçe Efrînê û lê dimîne. Lê piştî dagirkirina kantonê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, koçber dibe û niha li Şehbayê dimîne.

Têkoşîna Emîne heta niha berdewam e. Cihê xwe di nava komîna taxa lê dimîne de wek endama koma Şehdî Serhed girtiye.

Emîne nifşê nû rexne dike ji ber ku guh nadin perwerdeyê û xwe bi tekenolojiyê mijul kiriye. Vala vala dem xerc dikin. Her wiha Emîne bang li wan kir ku xwe di nav tevgerê de bi rêxistin bikin, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina Kurdistanê tê bikoşin.

Her wiha bang li dayîk û beşa ciwanan kir ku têkoşîn û berxwedanê berdewam bikin û got: “Ev firsenda dawî ye ji bo ku em kurd xwe îsbat bikin, mafên xwe bi dest bixin û destkeftiyên xwe biparêzin.”

(şx)

ANHA