Lêkolîner Mîtanî: Avakirina yekitiya neteweyî pêwîstiyek e

Lêkolîner Bradost Mîtanî anî ziman ku Kurd bûne xwedî roleke aktîf û bi bandor û di hevsengiya siyaseta navneteweyî de bûne xwedî giraniyek û got: "Divê Kurd ji bo avakirina yekitiya neteweyî bixebitin.''

Lêkolîner Mîtanî: Avakirina yekitiya neteweyî pêwîstiyek e
1 tebax, 2023   06:20
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED SEMÎR

Sed sal beriya niha Peymana Lozanê ya ku 24'ê Tîrmeha 1923'yan hatibû îmzekirina hêviya gelê Kurd a avakirina statûyeke serbixwe û azad têk bir. Peymana Lozanê piştî têkçûna Peymana Sever a 1920'an hat îmzekirin, di heman demê de piştî ku Ataturk di şerê serxwebûnê de yê sala 1919'an de sozên xwe binpê kiribûn, pêk hat.

Lêkolînerê dîrokî Bradost Mîtanî bi bîr xist ku bendên 62, 63, 64'an ên Peymana Severê xizmeta doza Kurd dikir û mafên serxwebûnê dida Kurdan û got, li gorî vê peymanê diviyabû di nava 3 salan de referandom ji bo azadiya Kurdistanê pêk hatiba.

Mîtanî destnîşan kir ku Ataturk bi hemû rêbazan hewl da Peymana Severê têk bibe û Peymana Lozanê pêş bixe û wiha domand: "Armanca Brîtaniya, Fransa û Japonyayê qedandina pirsgirêka Kurd di Lozanê de nebû. Lê armanca wan ew bû ku sînorê Tirkiyeyê were diyarkirin. Peyman ji bo deryaya Spî, tengava Bosfor û tengava Dardanel bû."

Li gorî Bradost Mîtanî, têkildarî Musilê nakokiyên damî di navbera Brîtanya û Atatur de hebûn, lê armanca wan ew bû ku berjewendiyên xwe pêk bînin, lew ra neçar man ku di sala 1922'yan de li Lozanê bi Ataturk re rûnên û di 24'ê Tîrmeha 1923'yan de peymanê pê re îmza bikin.

Mîtanî îşaret pê kir ku ji ber piştevaniya Lenîn û Stalîn Ataturk bi hêz bû û ev li axaftina xwe zêde kir: "Bi vê yekê dijbertiya li Kurdan dest pê kir, berjewendiyên Fransa Brîtanyayê bi Ataturk re li hev hatin, ji ber ku di navbera Tirkiye, Slovenya, Bulgaristan û Yewnanîstanê de alozî hebûn. Tirkiye xwest bi rêya îmzekirina Peymana Lozanê çareseriyan ji van aloziyan re bibîne.''

Mîtanî di dewama axaftina xwe de got: ''Ataturk bû xwedî hêzeke mezin û li kêleka Sovyetên ku li dijî emperyalîzm û kapîtalîzmê rabibûn, xwe kir sosyalîst. Brîtanya û Fransa wê demê li dijî tu mafên Kurdan derneketin, lê Ataturk dijminê doza Kurd bû.''

Mîtanî destnîşan kir ku Ataturk fîlebaz bû, di têkiliyên xwe yên li gel Kurdan de di bin navên ol, biratî û mirovatiyê  de tev digeriya û got: ''Lew ra gelek Kurd li kêleka wî sekinin û di xew de ma, wekî Zulfî Îsmet Înonu û Hesen Xeyrî bûn hevrêyên wî û gotin: Em tu mafî ji gelê Kurd re naxwazin, em û Tirk birayên hev in, em yek dewlet dixwazin.''

Bradost Mîtanî anî ziman ku di 143 bendên Peymana Lozanê de behsa Kurdan nehat kirin wiha pê de çû: "Piştî Ataturk armancên xwe bi cih anîn û  Peymana Severê têk bir, Hesen Xeyrî darve kir. Hesen Xeyrî poşman bû û got: min xiyanet li gelê xwe û doza xwe kir. Wesyet dikim gora min li ser rêya Kurdan danin, da ku her Kurdek di wê rêyê re derbas bibe, tif li gora min bike.”

Mîtanî da zanîn ku Kurdan dagirkerî red kir û wiha dom da axaftina xwe: "Kurd hemû cureyên dagirkeriyê red dikin û qebûl nake mirî be. Kurd ji ber lawazbûna xwe ya diplomatîk û nebûna hêzeke leşkerî ya rêxistinkirî ku xaka welat biparêze, nikarîn mafên xwe bi dest bixin. Hêzeke leşkerî ya Kurdan tunebû ku xaka Kurdistanê ya bi xêr û bêr a ku bala her kesî kişand biparasta.''

Bradost Mîtanî erka ku dikeve ser milê Kurdan di sedsaliya Lozanê de diyar kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Kurd bûne xwedî roleke aktîf û bi bandor, di hevsengiya siyaseta navneteweyî de bûne xwedî giraniyek. Niha hêzeke leşkerî ya Kurdan heye ku xwe di qadan de îsbat kiriye. Rêveberiya Xweser a Kurdan jî heye, lew ra divê Kurd ji bo avakirina yekitiya neteweyî tê bikoşin."

(bb)

ANHA