ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-8-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1-8-2023
31 tîrmeh, 2023   23:00

Rewşenbîr li hev dikin ku belavkirina ramana Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî berfireh, rêya pûçkirina siyasetên tecrîdê û êşkenceya li dijî wî ye. Her wiha destnîşan kir ku tenê bi têkoşînê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Normalîzekirina di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de ji dema bidawîbûna hilbijartinên Tirkiyeyê ve, sekiniye. Gelek berjewendiyên ku serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan propagandaya wê kirine, negihaştin serî. Gelo nîşaneyên vê çi ne? Peyama ku divê hikumeta Şamê û aliyên herêmî û navneteweyî jê bigirin, çi ye?

Lêkolîner Biradost Mîtanî îşaret bi rola kurdan di sedsala Lozanê de kir û got: “Kurd xwedî roleke çalak û bi bandor in. Di hevkêşeya siyasî ya navneteweyî de xwedî pîvaneke. Niha hêzeke wan a leşkerî heye. Xwe di tevahî astan de îsbat kirin. rêveberiya wan a xweser heye ji lewra divê kurd ji bo ku avakirina yekitiya nîştimanî, kar û xebatan bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Projeya sewalkariyê ji bo Aboriya Jinan pêşketineke mezin bi dest xistiye, di warê zêdekirina hejmara cureyên sewalan de û bûye jêdera piştgiriya aboriya herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li 5 navçe û 25 tax, zêdetirî 422 gund û 3 kamp tî ne ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê qut kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Keça şehîdekî û dayika 2 şehîdan… 36 salên jiyana xwe bi têkoşîna domdar û bêwestan di xizmeta Tevgera Rizgariya Kurdistanê de borandin. Ji salên 1980`yî ve bi navê “Emîneya xebata dilxwazî” tê naskirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Lêkolînerê iraqî Riyad El Wehîlî diyar kir ku dewleta Tirk gelek bendavan ava dike da ku para Iraq û Sûriyeyê ya avê kêm bike. Her wiha destnîşan kir ku li gel Iraqê gelek alavên zextê hene ku dikare di vê mijarê de li dijî Tirkiyeyê bi kar bîne.

Kombûna 2`yemîn a Wênesazê Pêşerojê bi dirûşma “Destên biçûk pêşeroja me xêz dikin” li hola Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê li dar dikeve saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)