Projeya xwedîkirina sewalan a Aboriya Jinan geş dibe

Projeya sewalkariyê ji bo Aboriya Jinan pêşketineke mezin bi dest xistiye, di warê zêdekirina hejmara cureyên sewalan de û bûye jêdera piştgiriya aboriya herêmê.

Projeya xwedîkirina sewalan a Aboriya Jinan geş dibe
1 tebax, 2023   03:17
QAMIŞLO - CÎHAN SILÊMAN

Komîteya Aboriya Jinan a Herêma Cizîrê beriya 3 salan projeya sewalan li gundê Xezîmok ê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo vekiribû.

Hejmara seriyên pez a wê demê 200 serî bû. Ev hejmar bi demê re zêde bû û gihaşt hezar serî pez.

Proje derfetên kar ji 4 malbatan re peyda dike ku xizmeta sewalan dikin, êm ji wan re peyda dikin, zeviyên li nêzî gund ku derdora 100 donim diçînin.

Çavdêra projeyê Nehle Hesen destnîşan kir ku komîteyê bi derfetên besît dest bi projeyê kir. Nehle diyar kir ku proje, di warê zêdekirina hejmara her cure sewalan de, pêşketineke balkêş bi dest xistiye û derfetên kar ji gelek malbatan re peyda dike û piştgiriya aboriya jinan dike.

Li gorî Nehleyê bi bîr xistiye, berhemên projeyê mîna şîr, mast, penêr û goşt bi buhayên guncaw li sûkên kantonê tên firotin.

Karkera bi navê Xilûd Ferhan a li projeyê kar dike, got: “Vekirina mîna van projeyan, ji bo me derfeteke baş e. Nemaze şert û mercên jiyanê dijwar bûne. Ez hêvî dikim ku projeyên mîna vê li dar bikevin, ji bo ku derfetên ji malbatên dîtir re peyda bibin û aboriya li herêmê geş bibe.”

(şx)

ANHA