Belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan rêya têbkirina tecrîdê ye

Rewşenbîr li hev dikin ku belavkirina ramana Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî berfireh, rêya pûçkirina siyasetên tecrîdê û êşkenceya li dijî wî ye. Her wiha destnîşan kir ku tenê bi têkoşînê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê.

Belavkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan rêya têbkirina tecrîdê ye
31 tîrmeh, 2023   23:35
QAMIŞLO-KELSÛME ELÎ

Ji 25'ê Adara 2021'an ve agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Her wiha cezayên displînê berdewam in. Xelkê herêmê nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Welatiyên bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo, di ankêteke ajansa me de destnîşan kirin ku belavkirina ramana Rêber Abdullah Ocalan rêya têkbirina siyaseta tecrîdê ya li Îmraliyê ye.

Welatiya bi navê Melîhe Ebdullah destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ji ferzkirina tecrîdê, dorpêçkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan e û diyar kir ku ev fikr rêya azadiyê li pêşiya gelan vekir ku banga jiyana bi rûmet dikin.

Melîhe wiha domand: “Ji bo têkbirina tecrîdê, divê em têkoşînê mezin bikin û fikrê wî li seranserî cîhanê belav bikin.”

Welatiyê bi navê Hogir Salih tev li Melîhe bû û got: “Armanca dewleta Tirk ne tenê dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan e lê belê rêgirtina li pêşiya belavbûna fikr û perspektîfên wî ye. Firkê wî nû ye û hewl dide ku azadiyê ji tevahî gelan re bi dest bixe.”

Welatiya bi navê Samiye Xelîl jî got mezinkirina têkoşînê û berdewamkirina berxwedanê, rêya yekane ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan e.

TEDBÎRÊN DERQANÛNÎ

Welatiyên ji Kobanê destnîşan kirin ku tecrîd, bersiva pergalên zordest li hember destkeftiyên ku bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan hatine bidestxistin.

Şîrîn Ehmed got: “Piştî destpêkirina şoreşa Rojava di 19`ê Tîrmehê de fişar û zext li ser Rêber Abdullah Ocalan zêde bûn û ji 25`ê Adara 2021`an ve tu agahiyê jê nayê girtin.”

Rohlita Ebdî jî got: “Tişta li ser Rêberê me tê kirin, sûc e û tedbîrên derexlaqî ne. Gelo ka qanûnên navneteweyî, ka mafên mirovan? Rêxistinên ku îdia dikin mirovî ne li ku ne? Çima erkên xwe naynin cih? Çima bêdeng in?”

`JIYANA RÊBERTÎ DI XETEREYÊ DE YE`

Welatiya bi navê Ahîn Etî tecrîd bi tecrîda li ser gelan bi nav kir û wiha domand: “Ji destpêka tecrîdê ve, dewleta Tirk dixwaze gel ji Rêbertî qut bike. Lê bi ser neket. Ji ber wê tiştek di destê wê de nema ji bilî ku gef li Rêber Abdullah Ocalan bixwe.”

Welatiya bi navê Hesna Bozî jî got, azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya jinan e û bi mezinkirina têkoşînê li hember siyasetên dewleta Tirk û yekitiyê, dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

(şx)

ANHA