5 navçe, 25 tax, zêdetirî 422 gund û 3 kamp bê av in

Li 5 navçe û 25 tax, zêdetirî 422 gund û 3 kamp tî ne ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ava stasyona Elokê qut kir.

5 navçe, 25 tax, zêdetirî 422 gund û 3 kamp bê av in
1 tebax, 2023   04:35
HESEKÊ

Stasyona Elok li gundê Elok ê rojhilatê Serêkaniyê ya dagirkirî ye. Stasyona yekane ya ku avê dide Hesekê û navçeyên wê. Piştî ku bajar ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate dagirkirin, dagirkeriya Tirk stasyon wek çekeke nû li dijî gelê herêmê bi kar anî û peymanên navneteweyî binpê kir.

HESEKÊ Û COGRAFIYA WÊ

Kantona Hesekê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ye. 6 navçe; Dirbêsiyê, Til Temir, Zirgan, Şedadê, Hol û Serêkaniya dagirkirî girêdayî wê ne. Navenda bajêr ji 4 navçeyan pêk tê. Li bajêr, 25 tax heye. Li gor Meclisa Kantona Hesekê zêdetirî 900 hezar kes li navenda bajêr dimîne. Tevî xelkê li gundewar û kampan hejmara wan digihêje zêdetirî milyonek û 500 hezar kesan.

Li derdora bajêr 3 kamp; Weşûkanî, Serêkaniyê û Erîşe hene. Hejmara niştecihên wê zêdetirî 50 hezar kes dimîne.

Herêma herî zêde tî ye, bajarê Hesekê û gundewarê wê, navçeya Til Temirê û bajarokên wê ne. 8 bajarok û 290 gund girêdayî navenda bajêr in. 3 bajarok û 132 gund girêdayî navçeya Til Temirê ye.

SEDEMEN ALOZIYA AVE ÇI NE?

Sedemên aloziya avê vedigerin dawiya 2019`an piştî ku dewleta Tirk a dagirker Serêkaniyê û stasyona Elok dagir kir. Wê wek kaxizeke zexta siyasî li dijî gelê herêmê bi kar anî.

Li ser asta dirêj, zêdetirî 36 caran av ji ser herêmê qut kir. Li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker, hêzên navneteweyî bêdeng in.

Di vê dawiyê de li gel bilindbûna pileya germahiyê, qutkirina avê ji ser herêmê bi giştî, Daîreya Avê ya kantona Hesekê, ragihand ku bajar karesetî ye.

BÊDENGIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ Û HÊZÊN GARANTOR

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker bajarê Serêkaniyê dagir kiriye, li gel bêdengiya hêzên navnetweyî, pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan binpê kirin. Sûc li dijî gelê herêmê pêk anî heta ku av wek çekek li dijî xelkê herêmê bi kar anî.

Şêniyên kantona  Hesekê ji ber qutbûna avê, li gel pileyên germahiyê ji ber aloziyeke avê ya tengav, dijîn. Avê ji sahrîcan bi buhayên cuda dikirin. Her wiha avê ji depoyên li kolanan hatine danîn, heftê carekê dibin. Rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û hêzên garantor bêdeng in.

(şx)

ANHA