Rêveberiya Avê: Dan û standinên UNICEF'ê yên bi dewleta Tirk re têk çûn

Hevserokê Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê diyar kir ku dan û standinên UNICEF'ê yên bi dewleta Tirk a dagirker re yên ji bo xebitandina stasyona Elokê têk çûne.

Rêveberiya Avê: Dan û standinên UNICEF'ê yên bi dewleta Tirk re têk çûn
31 tîrmeh, 2023   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Îsa Yûnis ji malpera Rêveberiya Xweser re axivî.

Îsa Yûnis anî ziman dan û standinên ji aliyê UNICEF'ê ve hatine kirin, ji ber siyasetên dijminahî yên dewleta Tirk têk çûne û got: “Ji bo Rêveberiya Xweser û welatiyan peydakirina avê bûye astengiyek, ji ber ku lêçûna avê bilind e, di heman demê de nirxê dolar li hemberî lîreyê Sûriyeyê bilind dibe. Bang li civata navneteweyî û alîkariyên têkildarî yên navneteweyî tê kirin ku destwerdanê bikin û dawî li êşa xelkê bajarê Hesekê bînin."

Yûnis diyar kir ku bi bilindbûna pileya germê re zehmetiyên welatiyên ên peydakirina ava vexwarinê zêde dibin û wiha domand: "Sedema vê yekê siyasetên dewleta Tirk a dagirker in ku ava stasyonê Elokê qut dike da ku armanca xwe ya koçberkirina şêniyên herêmê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser pêk bîne."

Hevserokê Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Îsa Yûnis got stasyona Elok jêdera sereke ya ava vexwarinê ya bajarê Hesekê ye û diyar kir ku piştî dagirkirina bajarê Serêkaniyê û qutkirina ava stasyonê, wan berê xwe da bîran û di encamê de asta avê kêm bû û barê şêniyên bajar û navçeyên wê ji bo dabînkirina avê zêde bû.

(bb)