Li Pakistanê di êrişekê de 44 kes hatin kuştin

Li bajarê Pakhtûnkhwayê yê dikeve bakurê rojavayê Pakistanê êrişeke xwekujî li mîtîngekê hate kirin. Di encamê de 44 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Pakistanê di êrişekê de 44 kes hatin kuştin
31 tîrmeh, 2023   11:25
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî daxuyaniya polîsên Pakistanê çend meh beriya hilbijartinê, li mîtîngeke partiyeke îslamî êrişeke xwekujî hate kirin. Di encama vê êrişê de 44 kesan jiyana xwe ji dest da. Zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.

Êriş li herêma Bajaûrê ya li ser sînorê Efganistanê, li mîtînga partiya Jamîat Ûlema Îslam-Fazl (JUI-F) hate kirin. Di dema êrişê de 400 kes li mîtîngê bûn.

Talîban a Pakistanê ragihand ku têkiliya wan bi êrişê re nîn e û êriş şermezar kir.

Hikumeta Talîbanê ya li Efganistanê jî bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir.

Tê payîn ku hikumeta Pakistanê di nava 2 hefteyên bê de xwe betal bike û hilbijartinên giştî meha Mijdarê bê kirin.

Heta niha kesî berpirsyariya vê êrişa beriya hilbijartinê li xwe negirtiye. Baskê çeteyên DAIŞ'ê yên Pakistanê heta niha daxuyanî nedaye.