​​​​​​​Li ser aliyê qanûnî yê rewşa Rêber Abdullah Ocalan dê semîner li dar bikevin

Jinên parêzer û tevgerên jinan ên herêma Cizîrê diyar kir ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê xurt bikin û dê têkildarî aliyê qanûnî yê rewşa Rêber Abdullah Ocalan semîneran organîze bikin.

​​​​​​​Li ser aliyê qanûnî yê rewşa Rêber Abdullah Ocalan dê semîner li dar bikevin
31 tîrmeh, 2023   11:18
QAMIŞLO

Têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, jinên parêzer ên endamên Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi hevkariya Nîvîsgeha Jinan a TEV-DEM'ê û Kongra Star li pêşiya avahiya Dadgeha Edaletê ya Qamişoliyê hatin gel hev.

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Nesrîn Osman daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi pêvajoyên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li hemberî komployê hat kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Kiryarên ku dewelat Tirk a faşîst û hevkarên wê li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tînin,  dikeve rêza sûcên navneteweyî, sûcên qirkirina komî û sûcên li dijî mirovahiyê. Li gorî madeyên 6 û 7 ên pergala bingehîn a Romayê ya Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya sala 1998'an, cezayên van sûcan hene."

Di dewama daxuyaniyê de bêdengiya hêzên têkildarî mafên girtiyan, di serî de CPT û rêxistinên mafên mirovan hat rexnekirin û hate gotin ev alî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên dewleta Tirk.

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku jinên parêzer ên herêma Cizîrê amade ne aliyên qanûnî yên der barê doza Rêber Abdullah Ocalan de parve bikin. Hate diyarkirin ku bi hevkariya Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM'ê û Kongra Star dê li seranserî herêma Cizîrê semîner werin dayîn. Her wiha hate gotin ew bi doza Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne.

Di daxuyaniyê bang li civata navneteweyî hat kirin ku têkildarî doza Rêber Abdullah Ocalan erkên xwe yên qanûnî bi cih bînin heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

(bb)

ANHA