Li Somalya operasyona leşkerî: 100 endamên El Qaîdeyê hatin kuştin

Li Somalya di operasyoneke leşkerî de 100 endamên El Qaîdeyê ku di nav de fermandarên payebilind jî hene hatin kuştin û 14 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.

Li Somalya operasyona leşkerî: 100 endamên El Qaîdeyê hatin kuştin
29 tîrmeh, 2023   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Somalyayê ragihand ku di operasyoneke leşkerî de, di nav de fermandarên peyabilind 100 endamên rêxistina El Qaîdeyê ya wekî "El Xewaric" tê nasin, hatine kuştin.

Cîgirê Wezîrê Ragihandinê yê Somalyayê Ebdurehman Yûsif El Edale ji ajansa nûçeyan a Somalyayê re axivî û got ku operasyon bi hevkariya artêşa nîştimanî ya Somalyayê û hevkarên navneteweyî di navbera parêzgehên Şibêla Navîn û Xelxedûd de pêk hatiye û di encamê de 14 erebeyên leşkerî û baregehek El Qaîdeyê hatine rûxandin.

(fr/c)