​​​​​​​Keça welatê agir û rojê; Yusra Derwêş

Yusra Derwêş keça welatê agir û rojê ye, pêşenga dem û kêliyên zehmet e. Yek ji stûnên avakirina qada perwerde û fêrkirinê ya zimanê dayikê ye û hevrêya Hevrîn, Zeyneb, Jiyan û Sosinê ye.

​​​​​​​Keça welatê agir û rojê; Yusra Derwêş
​​​​​​​Keça welatê agir û rojê; Yusra Derwêş
​​​​​​​Keça welatê agir û rojê; Yusra Derwêş
​​​​​​​Keça welatê agir û rojê; Yusra Derwêş
​​​​​​​Keça welatê agir û rojê; Yusra Derwêş
​​​​​​​Keça welatê agir û rojê; Yusra Derwêş
​​​​​​​Keça welatê agir û rojê; Yusra Derwêş
​​​​​​​Keça welatê agir û rojê; Yusra Derwêş
​​​​​​​Keça welatê agir û rojê; Yusra Derwêş
​​​​​​​Keça welatê agir û rojê; Yusra Derwêş
28 tîrmeh, 2023   23:25
QAMIŞLO- SOLÎN EHMÊ

Jina Kurd Yusra Derwêş di Îlona 1971'ê de li navçeya Amûdê  çavê xwe li dinê vekir. Yusra ji malbata Mele Newaf a navdar li Rojava ye, di nava malbatekê de mezin bû ku ji 5 xwîşkan û 6 birayan pêk tê mezin dibe û ew di malbatê de ya 7'ane. Yusra Derwêş di astên seretayî, navîn û amadehî yên xwedinê de timî li pêş bû.

Yusra Derwêş li hemberî paşverûtiyê şer kir û ji jinên ku li zanistê digerin re bû pêşeng. Yusra ji zarokatiya xwe ve serî ji siyasetên nîjadperestiyê yên hikumeta Şamê re ne tewand, li hemberî  destpotî û nîjadperestiya di pergala perwerdeyê ya rejîma serdest de sekinî.

/kr/uploads/files/2023/07/28/203409_-.webp

Xwişka mezin a şehîd Yusra, Kewser Derwêş hinek nêzîkatiyên şehîd Yusra dema di asta amadehî de dixwend bi bîr anî "Ruxmî ku di dibistanên de jêhatî bû jî, lê di roja belavkirina karnameyan li xwendekarên pola 11'an de mamosteyekî pileyên wê kêm kirin. Lê Yusra ev zulm qebûl nekir û li hemberî siyasetên nîjadperestiyê rabû. Yusra li pêşiya çavê tevahî mamosteyan karnameya xwe qetand."

BEŞDARÎ KOMA AGIRÎ BÛ

Siyasetên destpotî yên hikumeta Şamê Yusra ji fêrbûna zimanê dayikê bêpar hişt, lê nikarîbû wê ji nirxên kurdewarî û neteweperwerî û wê ji fikrê Tevgera Rizgariya Kurdistanê dûr  bixe. Li ser vê yekê beşdarî Koma Agirî  bû  ku di sala 1986'an de hat avakirin û di  çalakiyên pîrozbahiyê Cejna Newrozê de cih girt.

Yusra Derwêş piştî ku xwendina xwe ya amadehî li Amûdê diqedîne, li zanîngeha Helebê beşa wêjeya fransî dixwîne.

PÊVAJOYÊN JIYANA WÊ

Yusra di pêvajoya zanîngehê de du salan ji xwendinê tê dûrxistin. Piştre beşdarî karê "cebhewî" (rêkxistinî) û têkoşîna ji bo doza Kurd dibe. Li ser vê yekê li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê têkoşîn meşand û di salên 90'î de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştre careke din diçe Helebê û xwendina xwe ya beşê wêjeya fransaî di sala 2001'ê de diqedîne.

Yusra zarokên navçeya xwe û yên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê fêrî ziman kir, lê ji ber ku malbata wê li gel hikumeta Şamê bê nasname bû, li dibistanên fermî yên hikumeta Şamê nehat tayînkirin.

Bi sedan şagirt li ber destê Yusra fêr bûn, şagirtin wê wekî dayik û hevala xwe didîtin ku bi rih û rûyê xwe bi ken cihê xwe di dilê wan de ava kir.

DESTPÊKIRINA ŞOREŞÊ

Piştî ewqas zulim, destpotî, asîmîlekirina ziman û çand a ji aliyê rejîma Baas'ê ve, di 19'ê Tîrmeha 2012'an de çirûska şoreşa demokrasiyê li Rojava pêket. Şoreş ji Yusra re bû derfetek da ku di qadên têkoşîn û parastina maf û nirxên gelê xwe de cih bigire.

Yusra dev ji perwerdeya li gel rejîma Baasê berdide û tev li şoreşê dibe. Piştî ku perwerdeya di Saziya Zimanê Kurdî de bidawî dike, zarokan fêrî zimanê Kurdî dike. Têkoşîna wê di qada perwerdeyê ya Amûdê de sînordar nema, lê ji bo pêkanîna guhertineke giştî di civakê de û avakirina pergaleke xweser a demokratîk cihê xwe di komîn û meclisan de jî digire. Her wiha yek ji damezrînerên Rêveberiya Dibistanan a Amûdê bû. Di sala 2012-2013'an de wekî hevserokatiya Meclisa Amûdê wezîfe kir. Di heman demê de roleke pêşeng di rêxistina civakê ya di aliyê  bîrdozî de lîst, piştre bû hevseroka saziya perwerdeyê ya Amûdê.

/kr/uploads/files/2023/07/28/203429_-.webp

Xwişka biçûk a Yusra, Meyada Derwêş  Yusra wekî jina wêrek wesif kir û got: " Tu carî serî ji westandinê re danedixist, ji ber ku ji welatê xwe, ji ziman û ji gelê xwe hez kir. Mehek û nîv beriya şehadeta wê hinek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê çêbûbûn, min bi hêrs jê re got, çima ku girîngiyê nade tenduristiya xwe, bi henekî bersiv da û got dema min nine. Yusra hêz dida me."

Meyada anî ziman ku dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê Yusra ji bajar û mal derneket, lê bi rûgeşî pêşwaziya şêniyan dikir û bi axaftinên xwe moraleke bilind dida wan.

Yusra Derwêş erkên ku jê dihatin xwestin bê dudilî bi cih dianî. Ji hevalên xwe yên kar hez dikir û wekî malbata xwe ya duyemîn didît û nêzî her kesî bû. Di mercên her zehmet de bi axaftin û rûyê xwe yê geş cihê xwe di dilên wan de çêkir.

Yusra di sala 2009'an de dizewice, lê zarok neanîn. Xwişka şehîd Yusra diyar kir ku şehîd Yusra ji hevalên xwe re digot "Ez hevala we ya kar û têkoşînê me û dayika we di hezkirinê de me."

/kr/uploads/files/2023/07/28/203444_-.webp

Berdevka Rêveberiya Dibistanên Amûdê Henaa Xalid ku hevala şehîd Yusra bû jî wiha got: "Beriya şoreşê derfet tunebû ku fêrî zimanê dayikê bibin, lê niha em bi sedan dibistanan bi rêve dibin û nifşên nû ku xwedî li zimanê dayikê derketiye ava dikin. Divê em têkoşînê berdewam bikin û sîstema xwe ya perwerdeyê pêş bixin û bigihînin astên jor."

Piştî têkoşîneke bi salan a ji bo pêşxistina qada perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yusra Derwêş di 1'ê Mijdara 2022'yan de ji bo hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişloyê tê hilbijartin. Ji bingehê ku meclis yek ji hêmanên sereke ya rêxistinkirin û avakirina civakeke azad û demokratîk e, Yusra jî ji bo bihêzkirin û pêşxistina komîn û meclisên kantonê kedeke mezin da.

NAMEYA YUSRA DERWÊŞ

Yusra Derwêş di xwepêşandanekê ku li Amûdê li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin de got: "Çima dewleta Tirk a faşîst nahêle Rêbertî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne, ji ber ku çareseriya aloziya Sûriyeyê li gel Rêber Abdullah Ocalan e. Rêxistinên navneteweyî û yên hiqûqî li ku derê ne. Her kes dizanin ku Tirkiye dewleteke faşîst e, dizanin ku mafê her girtiyeke heye ku parêzerên xwe bibîne. Dewleta Tirk ji fikir û felsefeya Rêbertî ditirse."

Rojek piştî vê axaftinê an ku di 20'ê Hezîrana borî de, Hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya meclisê Leyman Şiwêş û endamê meclisê Firat Tûma li ser rêya di navbera Qamişlo û Tirbespiyê de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî erebeya wan de şehîd bûn û hevserokê meclisê Gabî Şemûn jî birîndar bû.

(bb)

ANHA