​​​​​​​Leşkerên dagirker li xwe mikur tên ku li Cûdiyê agir bi daristanê xistine

Derket holê ku li herêmên Cûdî û Besta yên Şirnexê daristan ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve hatine şewitandin.

​​​​​​​Leşkerên dagirker li xwe mikur tên ku li Cûdiyê agir bi daristanê xistine
28 tîrmeh, 2023   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîmenek derket holê ku ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve hatiye kişandin û tê de tê dîtin ku leşkerên Tirk qadên hatine şewitandin nîşan didin û bi kêfxweşî qala sûcê xwe dikin.

Nehate tespîtkirin ku dîmen kengê û ji kîjan qereqolê hatine kişandin lê leşkerên ku dîmenan qeyd dikin, li xwe mikur tên ku daristan ji aliyê wan ve hatiye şewitandin.

Leşkerek dibêje “Ev jî halê dawîn ê Bestayê ye.” Leşkerekî din jî dibêje “Operasyon qediya.”

Bi qasî ku ji axaftina leşkeran tê fêmkirin tê dîtin ku Çiyayê Besta û Cûdiyê yên Şirnexê tê şewitandin.

Di îdeoyê de leşkerek dibêje “Hevalên me ev der bi hewanên 80 hezarî teqandin.”

Çend roj berê leşkeran daristana li gundê Sorbitme û Gera Mihetê ya nêzî Çiyayê Cûdî jî şewitandibû.

Ev herêmên ku tên şewitandin nêzî qereqolê ne û destûr nayê dayîn ku gel şewatê bitefîne.