Qatilên Rewaa El Uweyd hatin girtin

Hate diyarkirin ku qatilên jina ciwan a bi navê Rewaa Muslih El Uweyd hatin girtin.

Qatilên Rewaa El Uweyd hatin girtin
27 tîrmeh, 2023   14:40
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji dozgeriya giştî ya navçeya Til Koçerê ya kantona Qamişloyê dane ajansa me, qatilên jina ciwan a bi navê Rewaa Muslih El Uweyd hatin girtin.

Çavkaniyan diyar kir ku ku qatilên Rewaa birayên wê Ehmed û Silêman El Uweyd in.

Rewaa Muslih El Uweyd (21) 25`ê Tîrmehê li gundê Um Hebal ê navçeya Til Koçerê bi guleyan hatibû qetilkirin.

(bb)

ANHA